* Fotograf: Ajansa Anadolûyê, Wikimedia, Flickr.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber krîza îklîmê li Tirkiyeyê û li seranserî cîhanê her roja diçe gelek bûyerên neyênî pêk tên û bandora van bûyeran bêhtir li zindîweran dibe.
Wezareta Tenduristiyê zanyariyên giştî yên derbarê tenduristiya gelî de li ser malpera Sağlığım-ê diweşîne. Di vê malperê de hatiye diyarkirin ku ji bo ji germê xwe biparêzin, di dema saetên herî germ de (10.00-16.00) ger hûn ne mecbûr bin dernekevin ji derve û kesên xetereya wan a jiyanê heye û kal û pîr rojê bi kêmanî du caran bên kontrolkirin bê ka tavê yan jî germayê li serê wan xistiye yan na.
Helbet ajalên ku li kolanan dijîn jî hene. Di rojên germ de ne zehmet e ku mirov pêdiviyên ajalên li kolanan dijîn, dabîn bikin. Berî her tiştî pêwîstiya ajalan bi ava paqij heye.
Ka werin em bi hev re lê binêrin bê em ê çawa bikaribin alîkariyê bi ajalên li kolanan dijîn re bikin û wan ji germa zêde biparêzin.
1. Ava paqij
Di rojên germ de pisîk û kûçik ji rojên din du qatan zêdetir avê vedixwin. Ji ber germa zêde û bêaviyê pisîk û kûçik bêhal dibin. Bi taybet dema bandoreke mezin a germayê li kûçikan dibe, laşê wan ditevize, diverişin û nava wan diçe.
Dema hûn avê bidin ajalan, wê bandora germê ya li ser wan kêmtir bibe. Xaleke girîng: Avê nexin tiştên hesinî. Dema ew hesin bisincire, dikare ziman û devê kûçik û pisîkan bişewitîne. Hûn dikarin kabên avê yên ajalan deynin ber siya tiştekî lê bila ne cihekî xalî be. Ji ber ku ajal cihên xalî bi piranî nabînin û gelek caran mêş xwe li dora wan kom dikin.
*Fotograf: Ajansa Anadolûyê
2. Xwarin
Di rojên germ de ajalên li kolanan dijîn, nikarin xwarinê peyda bikin. Xwarin ango mamayên wan deynin cihekî wiha ku ajal bi hêsanî bikaribin biçin bixwin.
Heta ji destê we tê tiştên ji ber xwarina we maye, nedin ajalan lewre hewa germ bi hêsanî van xwarinan xera dike û ajal bi van xwarinan jehrî dibin.
3. Sî
Pêwîstiya ajalan bi cihên sî û xalî hene. Hûn dikarin li cihên sî holikan, malên ji qutiyan çêbikin an jî van ji şaredariyên navçeyan bixwazin. An jî hûn dikarin ji marketan koliyan bixwazin û ji van koliyan xaniyên biçûk ji bo wan çêkin.
4. Çivîk
Qabên avê yên kûçik û pisîkan ji bo çivîkan gelekî kûr in. Ji ber hewa germ çivîk dimirin. Ji ber wê jî hûn dikarin qabên êm û avê yên devê wan fireh û yên biçûk deynin. Divê ev qab bi qasî çar tiliyan bilind bin.
5. Çavdêriyê bikin
Tav li serê pisîk, kûçik û çûkan dixe, ew tî û birçî dimînin. Ji ber vê rewşê ev ajal bi lez bêhna xwe didin û distînin, vedireşin, nava wan diçe, ji ser hişê xwe diçin, girêza devê wan zêde dibe û şok dibin.
Dema we li kolanan ajalên bi vî rengî dîtin, paçekî şil bikin û deynin ser serê wan, wê herareta laşê wan bikeve. Piştî midaxeleya pêşiyê divê hûn ajalî bibin veterînerî/ê.
Çavkanî: Ajansa Anadolûyê, hillspet.com, Gazete Kadıköy, HAYTAP.
(TY/FD)