Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 14ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 781 hezar û 351 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê 20 milyon û 727 hezar û 727 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 765 hezar û 881 kesan doza 2yem, li ser hev 34 milyon û 493 hezar û 508 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 2 milyar û 156 mîlyon doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 156 milyon û 550 hezar û 767 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)