Di operasyona Mêrdînê de kesek miriye
Hatiye îdiakirin ku li Nisêbînê jinekê gule li polîsan reşandiye û di operasyona ku hatiye kirin de ew jin hatiye kuştin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyona polîsan a li dijî malekê de kesek hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya MAyê, di dema serdegirtinê de dengên guleyan hatine bihîstin. Li gorî îddiayan pevçûn derketiye û di bûyerê de kesek birîndar bûye û kesê birîndar hatiye desteserkirin.
Piştî bûyerê bi ser malên din de jî girtine.
Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de diyar kiriye ku di operasyona tîmên tevgera taybet de jina ku bi çekan êrîşî polêsan kiriye miriye û di lêgerîna ku li malê hatiye kirin de çek û cebilxane hatine dîtin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.