Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi pêşekiya Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê, bi boneya 1ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mitînga “Aştî, azadî û edaletê” hat lidarxistin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Parlamenterên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglû, Ertûgrûl Kurkçu û Erdal Ataş, Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Bloka Aştiyê, Partiya Kedê (EMEP), Halkevleri, Kaliıraç, Partiya Jinûve aavabûna Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) jî di nav de gelek sazî û kesayet beşdarî mitîngê bûn ku beşdar ji bo biçin qada mîtînge ji Dîkîlîtaşê meşiyan.
“Rewşa Awarte beralîkirina hiqûqê ye”
Kurdiya belavoka hevpar a mîtîngê ji hêla Rêvebera HDPyê ya Stenbolê Xunav Altûnê û Tirkiya wê jî ji hêla Seroka EHPyê ya Stenbolê Ozge Akmanî ve hatin xwendin.
Di belavokê de hat diyarkirin ku “Cirma şerî em nakişînin” û wiha berdewam kir:
“Şer ne tenê cîranê me ye. Ew şerê ku beşeke mezin ji gel dixwest biqede, bi qulipandina maseya gotûbêjan hat gurkirin. Mirina bi sedan mirovan, girtina parlamenterên hilbijartî û siyasetmedaran, jikardûrxistina şaredarên Kurdan û tayînkirina kayûman bû berdêla vî tiştî.
“Heke li aliyekî welêt şer berdewam bike, ne mimkun e ku kesên li aliyê dinê ne, di nava aştiyê de bijîn.
“Rewşa awarte a ku tê xwestin mayinde bibe tê wateya bêalîkirina hiqûqê, qedera welêt têkeve destê kesekî û hemû îtirazan bi zextan bi çewisînin.
“Lê em destûrê nadin vê: Em naxwazin bi Rewşa Awarte û KHKyan bên birêvebirin.”
Nameya Demîrtaşî
Parlamenterê HDPyê Sirri Sureyya Onderî nameya Hevserokê Giştî yê girtî Selahattîn Demîrtaşî xwend.
Di nameyê de Demîrtaşî wiha gotiye:
“Em ê têkoşîna demokrasî û aştiyê, li hemberî faşîzmê û her cure bêdadiyê bi biryar bidomînin. Hevparkirina têkoşîna demokrasî, dad, aştî, azadî û wekheviyê, ji bo seknandina vê rewşê gaveke gelekî girîng e. Werin em têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Em aştiyê bi hev re ava bikin. Ji me hemûyan re qewet be, rêya me vekirî be. Em ê tekez bi ser kevin.” (BK/FD)
* Fotograf: HDP Stenbol / Twitter