Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de li dijî Ukraynayê dabû destpêkirin ji îro pê ve şeş mehên xwe qedandiye. Ji aliyê din ve rojnameger ji destpêka hewldana dagirkirinê ya Rûsyayê ve li gelek cihên welat û eniyên şer nûçeyan radigihînin.
Lêbelê rojnamegerên ku nebûne aliyekî şer ev 6 meh in weke hedef hatine nîşandan. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji 28ê Sibatê ve 8, li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) 12 rojnameger dema şerê li Ukraynayê şopandine hatine kuştin.
RSF û CPJyê artêşa Rûsyayê weke berpirsyarê kuştina hemû rojnamegeran nîşan dane.
RSFê di vê pêvajoyê de 46 êrişên ku li dijî zêdetirî 100 rojnamegeran pêk hatine, kiriye rapor. RSFê ev êrîşana weke sûcên şer pênase kiriye û serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û Serdozgeriya Ukraynayê daye.
Li gorî RSFê rojnamegerên ku hatine kuştin ev in:
- Evgenî Sakun, Kyiv Live TV, 49 salî - di 1ê Adarê de hatiye kuştin
- Brent Renaud, çêkerê belgefîlman, 50 salî - di 13ê Adarê de hatiye kuştin
- Nûçegihanê wêneyan Maks Levin, 41 salîye - 13 Adarê hatiye kuştin
- Pierre Zakrzewski (55) û Oleksandra Kuvshinova (24), Fox News - Di 15ê Adarê de hatine kuştin
- Oksana Baulina, The Insider, 43 salî - di 23ê Adarê de hatiye kuştin
- Mantas Kvedaravicius, çêkerê belgefîlman, 44 salî - di 2ê Nîsanê de hatiye kuştin
- Frédéric Leclerc-Imhoff, BFMTV, 32 salî – di 30ê Gulanê de hatiye kuştin
CPJê ji Ukraynayê xwestiye ku rojnamegeran biparêze
CPJyê jî mirina 12 rojnamegeran ragihandiye. Her weha lêkolînê dike ku mirina 3 kesan bi rojnamegeriya wan ve girêdayî ye yan na.
Her wiha CPJyê banga parastina nûçegîhanên ku şer dişopîne ji Ukraynayê kiriye. Navên rojnamegerên ku li Ûkraynayê mirine yên CPJê aşkere kiriye ev in:
- Ihor Hudenko, rojnamevanê serbixwe, di 26ê Sibatê de li Kharkivê hatiye kuştin
- Viktor Dedov, Sigma TV, di 11ê Adarê de li Mariupolê hatiye kuştin
- Oksana Haidar, rojnamevana serbixwe, di navbera 11ê Adar - 7ê Nîsanê li Shevchenkove hatiye kuştin.
- Vira Hyrych, Radio Free Europe/Radio Liberty, di 28ê Nîsanê de li Kîevê hatiye kuştin
CPJ di heman demê de lêkolînê dike ku ka van kesên hatine kuştin û navên wan li jêrin girêdana wan a rojnamegeriyê hene yan na:
- Zoreslav Zamoysky di navbera 4ê Adar- 12ê Nîsanê de li Buchayê hatiye kuştin
- Roman Nezhyborets, Dytynets, 5-9 Adarê li Yahidneyê hatiye kuştin
- Yevhenii Bal di 2ê Nîsanê de li Manhûşê hatiye kuştin
(HA/AY)