Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di Manastira Sumelayê de 10emîn ayîn pêk hatiye. Manastira Sumelayê li Maçka, navçeya Trabzonê ye. Ji girîngtirîn navendên baweriyê yên Tirkiyeyê ye.
Merasîma ayînê Patrîgê Fener Rûmê Bartholomeos birêve biriye.
Ayînê saet û nîv dewam kiriye û piştî ayînê Bartholomeos bi welatiyan re wêne kişandiye.
Her sal ayîn li manastirê pêk tê û berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu xwestibû ku merasîm bê betalkirin û gotibû, “ne tesadufe ku ev merasîm bi fetihkirina Trabzonê re di heman rojê de ye."
Li gorî gotin û daneyên zanistî, dîroka manastirê xwe digihîne sedsala 13an. Li gel yekîneyên xizmetê, mîvanxane, metbax û ayazmaneyê manastir li 72 jûran pêk hatiye.
Li sala 2000î pê ve manastir di Lîsteya Demkî ya Mîrata Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de cîh digire.
(TY/AY)