Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Xelfetîyê hat îdiakirin ku polîsan îşkence li welatiyan kiriye, vîdeoyên wê demê jî hatiye qeydkirin. Lê dozgerîyê di lêpirsînnameyê de cih nedaye wê vîdeoyê û îfadeya polîsan nestandiye.
Mustafa Vefa yek ji parêzerên BAROya Rûhayê ye û di Navenda Mafên Mirovan a BAROya Rûhayê de kar dike. Wî diyar kir ku li dijî polîsan ti kar nehatine kirin.
18ê Gulanê polîsan bi ser malan de girtibû û 51 kes desteser kiribû. 13 ji desteserkiriyan hatibûn girtin.
Parêzerî daye zanîn ku
“Polîs ji karê wan nehatine bi dûr xistin. Wan îfade nedaye.
“Me xwest Emniyeta Rûhayê vîdeoya polîsan li dosyeyê zêde bike.Me tesbît kiriye ka kîjan polîsan wê sietê li wê derê kar dikir.
“Hin welatîyan daye zanîn ku îşkence li wan hatiye kirin. Saziya Tiba Edlî ew meîne kirin lê me xwest hemî kesên desteserkirî bêne meînekirin. Ev daxwaza me nehat qebûlkirin.”
(AS/MB)