Di lêpirsînên erdhejan de 351 kes hatine girtin
Li gor daxuyaniya Wezîr Tunç, li piştî erdhejê 725 jê li Hatayê bi giştî derbarê 1757 gumanbaran de lêpirsîn hatine destpêkirin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, piştî lêkolînên xwe yên li Hataya ku ji erdheja 6ê Sibatê bandor bûye, duh li Navenda Koordînasyona AFADê daxuyanî daye rojnamevanan.
Wezîr daye zanîn ku di erdhejan de 231 endamên dadweriyê mirine, 15 avahiyên edliyeyê û 11 girtîgeh jî zirareke mezin dîtine.
Wezîr Tunç destnîşan kiriye ku li herêma erdhejê 131 dadgehên nû hatine avakirin, li Hatayê 248 avahiyên karmendên edliyeyê û li navçeya Samandagê jî edliyeyeke dê bên çêkirin.
Wezîr Tunç derbarê lêpirsînan de agahiyên dawî wiha rêz kiriye:
- Derbarê 1757 gumanbaran de lêpirsîn hatine destpêkiri. Ev hejmar li Hatayê 725 e.
- 351 kes hatine desteserkirin, ev hejmar li Hatayê 91 e.
- Biryarên kontrola edlî li herêma erdhejê 642, li Hatayê 254 e.
- Ji 764 biryarên tedbîrê yên din ve jê 380 li Hatayê ne.
- 26 jê li Hatayê 118 karsaz hatine girtin.
- Ji 192 berpirsên avahiyan jê 60 kes li Hatayê ne.
- Ji 23 xwediyên avahiyan 3 kes li Hatayê ne.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.