Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
48 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Kobaniyê de hatibû desteserkirin vê sibehê sewqî edliyeyê kirine. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgeriyê xwestiye ku dema desteserkirina 48 kesan were dirêjkirin. Dadweriya Cezê û Aştiyê biryara 4 roj dirêjkirina dema desteserkirinê daye. Piştî biryarê 48 kesê desteserkirî dîsa birine emniyetê.
Bixwîne- Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobaniyê” de biryara desteserkirina 91 kesî hatiye dayîn
Derbarê 91 kesî de biryara desteserkirinê heye
Di 12ê Nîsanê de Amed, Wan, Edene, Stenbol û Riha di nav de li 13 bajaran operasyon pêk hatibû û 48 kes hatibûn desteserkirin. Dema desteserkirinê ya wan 48 kesan hatiye dirêjkirin.
Navên kesên ku hatine desteserkirin weha ne:
“Zekî Çelîk, Mehmet Akin, Hafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettîn Beduş, Metîn Kilavuz, Fazil Turk, Selamî Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyîn Daş, Fecrî Tayfur, Sevîm Soylu, Mehmet Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarih Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa Demîr, Nîhat Salmiş, Nîhat Gezîcî, Mûrat Kaçar, Halîl Aslanli,Huseyîn Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasîm Çelîk, Ayşe Kaçar, Mûrat Demîrkiran, Îlyas Tekîn.”
(RT/AY)