Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dabû destpêkirin. Di çarçoveya wê lêpirsînê de bi serdegirtinên malan de 16 kes hatibûn desteserkirin. Ji wan 8 kes hatine girtin.
Ji 43 kesên ku hatibûn desteserkirin, 16 ji wan duh (28ê Hezîrana 2020an) birine Edliyeya Amedê.
Dozgerî bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” daxwaza girtina Fatma Bulbul, Berdan Acûn, Adem Firik, Velat Esîn, Aytaç Dûymûş, Omer Baran, Zekiye Yilmaz û Aynûr Aktarê kiribû û ew şandibûn dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew berdan e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên ku Dadgeha Cezê a Sulh a Nobedar biryara girtina wan dane ev in:
Ayten Tekeş, Arîn Zumrut, Rojda Bariş, Nesrîn Şanli, Pîran Başkûrt, Huseyîn Kaya, Mehmet Şengul û Umran Batûray.
Çi bûbû?
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di çarçoveya wê lêpirsînê de di serdegirtinên 26 Hezîranê de biryara girtina 43 kesan hatibû stendin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êİih û Wanê bi ser malan de girtibûn. 43 kes hatibûn desteserkirin ku Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Naşîde Toprak, Hevseroka Farqînê, rêveber û endamên KCD, HDP, Komeleya Jinan a Rosayê, DBP û hin sendîkayan û parêzer di nav de bûn. (TP/AY/FD)