Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê) rapora xwe ya derbarê mirinên karkeran ên di dema karkirinê de ya meha Kanûna Paşiyê û Sibatê de aşkere kiriye.
Li gorî vê raporê, di meha Kanûna Paşiyê de 119 karker, di Sibatê de jî 182 karker di dema karkirinê de mirine.
Ji ber erdhejên 6ê Sibatê, Meclîsê vê carê rapora xwe ji bo du mehan amade kiriye. Meclîsa ISIGê di vê raporê de ew îstatîstîk neweşandine ku behsa sedeman, zayendan, temen, bajar û hin zanyariyên din dikirin.
Ji raporên dema borî cudatir di vê raporê de bi tene behsa pirsgirêkên tenduristiyê yên karker û gelî kirine.
Meclîsa ISIGê rapora xwe bi sernavê, “Erdhej, kuştinên di dema karkirinê de, lehî, şewat, şewb…Yên dimirin her em in… Êdî bes e!” weşandiye.
Beşek ji raporê wiha ye:
“Penase ji wêraniya di encama erdhejê de pêk hatiye re nîne. Hin herêm hema hem abi temamî ji nexşeyê winda bûye û gelek malbatên ji dê û bav û zarokan pêk tên êdî tüne ne. Li hêla din, ji ber xebatên AFADê yên derengketî û têrê nakin me gelek canên xwe ji bin enkazan nikarîbû derxista. Ne diyar e ku çend kes mirine û navên wan çi ne. Ger diyar be, divê dewlet nav bi nav aşkere bike. Ji ber wê em nizanin ew ên di wardiya şev de kar dikirin, çend ji wan mirine.
“Mînak, Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ‘beriya niha bi 11 salan gotibûn li ber erdhejê nikare xwe bigire’ û me heta niha nasnameyên 10 kedkarên tenduristiyê li vir diyar kirine. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê jî me xwe gîhand nasnameyên çar hevalên xwe. Dîsa nexweşxaneyên taybet ên mîna Akademî, Defne, Megapark hene ku hilweşiyane. Di vir de divê Wezareta Tenduristiyê nasnameyan û bê ka li kîjan nexweşxaneyan çend kedkarên tenduristiyê can dane, aşkere bike.
“Em windahiyên xwe yên giştî yên ji komên pişeyî yên cüda parve dikin. Lê ew hevalên me yên ku di malên xwe de mirine, em wan di nava lîsteya mirinên di dema karî de nahesibînin. Em ji bo wa hemû mirinên di dema erdhejê de bûne, dibêjin ‘kuştinên civakî’.”
Di sala 2022yan de hezar û 843 karker mirine
Li gorî raporên Meclîsa ISIGê di serdema desthilatdariya AKPyê de bi kêmanî 30 hezar û 546 karker di dema karkirinê de mirine.
Piştî ku Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Karkeran a hejmar 6331ê di 30ê Hezîrana 2012an de hate weşandin û heta niha, li gorî daneyên Meclîsa ISIGê, di sala 2013an de bi kemanî hezar û 235, di sala 2014an de hezar û 886, di sala 2015an de hezar û 730, di sala 2016an de hezar û 970, di sala 2017an de 2 hezar û 6, di sala 2018an de hezar û 923, di sala 2019an de hezar û 736, di sala 2020an de 2 hezar û 427, di sala 2021an de jî 2 hezar û 170 karker di dema karkirinê de mirine.
Di sala 2022yan de her roj rojê bi kêmanî 5 karker di dema karkerinê de mirine. Li ser hev bi kêmanî hezar û 843 karker mirine. (HA/FD)