Di heman rojê de sê wesayitên paleyan qeza kirin, sê pale mirin 47 birîndar bûn
Di heman rojê de li Semsûr, Meletî û Enqereyê wesayitên pale tê de bûn qeza kirine. Di qezayan de sê pale mirine, 47 pale birîndar bûne.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di heman rojê de li Semsûr, Meletî û Enqereyê wesayitên pale tê de bûn qeza kirine. Di qezayan de sê pale mirine, 47 pale birîndar bûne.
Li gor rapora Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karkirinê ya sala 2016ê: Di sala 2016ê de 1730 karker mirine 442 karker ji wan di qezayên trafîkê de mirine.
Sala 2015ê di qezayan de 506 karker miribûn.
Li Meletîyê trektora paleyên cotkariyê tê de bûn qelibîye/qulipîye sê pale mirine, 12 birîndar bûne.
Qamyoneta paleyên cotkariyê yên ji Sûriyeyê tê de bû li navçeya Polatliyê ya Enqereyê qeza kir. 25 pale birîndar bûn.
Li Semsûrê qamyoneta paleyên çandinê tê de bûn qulipî 10 paleyên di qamyonetê de birîndar bûn.
(NV/MB)
Wêne: AA
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.