Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di nava hefteya dawiyê de li Îzmîrê 4, li seranserê Tirkiyeyê jî 9 jin hatine qetilkirin. Jinan ev rewş protesto kiriye û bertek nîşanî dewletê dane ku jinan naparêze.
Endamên Platforma em ê kuştinên jinan bidin sekinandin (KCDP), li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê kom bûne û kuştinên jinan ên li Îzmîrê di nava hefteyekê de pêk hatine, protesto kiriye.
Di dema çalakiyê de çîrokên wan jinan hatine xwendin ku vê heftê hatine qetilkirin. Jinan fotografên jinên hatine qetilkirin bilind kirine û daxwaza edaletê kiriye. Her weha li ser hev li dijî qetlîamên li ser jinan pêk hatine slogan berz kirine û gotine ku ew ê hesabê vî tiştî bipirsin.
"Dewlet naparêze"
Li ser navê komê endama KCDPyê Elîf Tûncayê daxuyaniya ku hatiye amadekirin, xwendiye. Tûncayê diyar kiriye ku ji roja Peymana Stenbolê betal kirine heta niha 409 jin hatine kuştin û 328 jin jî bi gûman mirine: "Ya ku em behsa wê dikin ne hejmar in, jiyan in. Xuya ye ku ew jiyan ji bo dewletê ne girîng in, lewre yek ji wan jî neparast. Bi ser de jî cesaret da failan."
Tûncayê di axavtina xwe de gotiye ku ew ê kuştinên jinan bidin sekinandin û bi van gotinan dawî li axavtina xwe aniye: "Dewlet jinan naparêze. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe dewam bikin." (AEK/FD)