Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî diyar kiriye ku 20-27ê Tîrmehê ji bo 281 hesabên medyaya civakî lêkolîn hatiye dest pê kirin. Ji bo 146 bikarhêneran ji ber parvekirinên wan lêpirsînname hatine amadekirin.
Wezaretê daxuyaniya li ser mijarê îro li malpera xwe ya fermî weşandiye.
Bixwîne - Ji ber parvekirinên li ser opersyona “çiqilê zeytûnan” 845 kes hatine desteserkirin
Wezaretê diyar kiriye “ew kesên têkiliya wan bi rêxistina terorî re heyîn, ew ên pesnê wan rêxistinan dayîn, ew ên têkiliya xwe ya digel wan rêxistinan eşkere kirîn, yên ku kîn û nefret di nav civakê de belav kirîn...” hatine tespîtkirin.
(AS/MB)