Di hefteyekê de du caran êrîşî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî kirin
Çend roj berê hin kesan êrîşî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymazî kiribûn û kevirên gora Ahmet Kaymazî şikandibûn.

Di nava hefteyekê du caran êrîşî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymazî kirin.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, hin kesan li goristana taxa Pirîketa ya Qosera Mêrdînê êrîşî gora Ûgûr Kaymaz û ya bavê wî Ahmet Kaymazî kir û kevirê gora Ahmet Kaymazî şikenand.
Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz di 21ê Çiripa Paşiyê ya 2004an de bi guleyên hêzên ewlekariyê ve hatibûn kuştin. Di encama gulebaranê de 13 gule li laşê Ûgûr Kaymazî ketibûn.
Kesên nediyar çend roj berê jî êrîşî goran kiribûn û kevirê gora Ahmet Kaymazî şikandibûn.
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.