Di hefteyekê de 7 hezar û 556 kes bi Covid-19ê ketine, 20 kes mirine
.jpg)
Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên heftane yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di navbera 6-12 Hezîrana 2022an de encama testa 7 hezar û 556 kesan pozîtîf derketiye, 20 kes pê mirine û 7 hezar û 241 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 852 hezar û 730 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 53 milyon û 80 hezar û 538 kesan doza 2yem, 27 milyon û 819 hezar 451 doza sêyem, li ser hev 147 milyon û 792 hezar û 806 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)