Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên heftane yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di navbera 30ê Gulan û 5ê Hezîrana 2022an de encama testa 7 hezar û 322 kesan pozîtîf derketiye, 19 kes pê mirine û 7 hezar û 843 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 850 hezar û 805 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 53 milyon û 77 hezar û 814 kesan doza 2yem, 27 milyon û 816 hezar 153 doza sêyem, li ser hev 147 milyon û 781 hezar û 738 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)