Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mala dîzaynê ya bi navê Namiliayê ku navenda wê li Almanyayê ye roja yekşemê di çarçoveya Hefteya Modeyê ya New Yorkê de koleksiyona bi navê “My Pussy, My Choice” ê (Quzê min, Biryara min) pêşkêş kir.
Di vexwendnameya defîleyê de hatiye diyarkirin ku romana Denis Diderotî ya bi navê “Les Bijoux Indiscrets” (Gewherên Devsist) ji bo vê koleksiyonê bûye bingeh. Diderotî roman di sala 1748ê de weşandiye ku bêyî navê xwe binivîsîne. Di romanê de Louisê 15mîn weke Mangogul Mîrê Kongoyê hatiye sêwirandin. Mangogul quzê jinan weke “gewher”ê binav dike û bi gustîlka xwe ya efsûnî dihêle quz biaxivin.
Namilia ji hêla Nan Li û Emilia Pfohl sêwirînerên Berlînî ve hatiye avakirin. Li û Pfohlê di koleksiyona xwe de cil û bergên milên wan nepoxî, cawên biherîr, cawên etles û binkirasên bibalgîf ên bitêl bikar anîne û ev cil û berg bi vajînayê xemilandine. Cil û bergên koleksiyonê modeya dema ku romana Diderotî tê de hatiye nivîsandin bibîr dixîne.
Koleksiyon li gel muzîkên Disneyê yên weke “Someday My Prince Will Come” (Wê rojekê Pismîrê min were) û “Beauty and the Beast” (Xweşik û Nexweşik) birêve çû.
Nan Li û Emilia Pfohl xwe weke “provokator” û “rûxînerê têgîhan a şaş” binav dikin û dibêjin ku “Ji bo Namiliayê, cil û berg platformeke dîtbarî û navgîneke estetîkê ne ku ji bo bilêvkirina bawerî, pevçûn û xeyalan e”.
(ÇT/FD)