Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mikatî li Wezareta Tenduristiyê derbarê êrîşên teqandina amûrên ragihandinê û bêtêlan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de pirs kir ku "Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo tiştên ku li Lubnanê diqewime li ku ye?"
Şîrketa Taywanî: Me amûrên ragihandinê yên ku di teqînên Lubnanê de hatine bikaranîn çênekirine
Serokwezîr di daxuyaniya xwe ya şeva borî de ragihand ku pêla duyem a êrîşan ku 32 kes mirin û zêdetirî 3 hezar û 250 kes birîndar bûn bi dawî bû û ti birîndarên nû nehatin nexweşxaneyan.
Çi bûbû?
Duh(17 Îlonê) bêtêlên(amûrên ragihandinê) ku endamên Hizbullahê li seranserê Lubnanê bikar tînin, bi awayekî hemwext teqîyan.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di encama teqandina amûrên ragihandinê û bêtêlan de li seranserê welat 2 jê zarok 12 kes mirin û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûn ku 300 ji wan giran e.
Duh (18ê Îlonê) jî li wî welatî bêtêl hatin teqandin û 20 kes mirin.
Rayedarên Libnanî Îsraîlê ji vê bûyerê berpirsyar dibînin, Îsraîl hîna derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.
Pevçûnên li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê ji 8ê Cotmeha 2023an û vir ve dewam dikin.
(AS/AY)