Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Doktor Halîl ed-Dekran li Xezeyê di çalakiya 12ê Gulanê Roja Hemşîreyên Cîhanê de axivî. Dekran destnîşan kir û got ku Îsraîlê li Xezeyê 138 hemşîreyên jin û mêr kuştin.
Dekran diyar kir ku "Gelê Filistînê rûbirûyê şerê qirkirina girseyî, girtin, wêrankirin, koçberkirin û birçîbûnê bûye ku di encamê de zêdetirî 40 hezar şehîd û zêdeyî 70 hezar kes jî birîndar bûnin.”
Ji bo "alîkariya tibî" bang kir
Dekran diyar kir ku Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha 33 nexweşxane, 53 navendên tenduristiyê, 133 ambûlans têk birine,, 500 xebatkarên tenduristiyê kuştine, hezar û 500 kes jî birîndar kirine û 312 kes jî desteser kirine.
(AS/AY)