Di doza ‘Pride’ de endamên BEKSAVê beraet kirin

Endamên Kolektîfa Sînemayê yên Weqfa Lêkolînên Hunerî, Çandî, Ciwankarî, Perwerde û Zanistê(BEKSAV) di 7ê Hezîrana 2023an de di çarçoveya Meha Rûmetê ya LGBTİ+yan de xwestin fîlma bi navê ‘Pride’ bide nîşandan. Piştre nîşandana fîlmê hat astengkirin û endamên BEKSAVê hatin desteserkirin. Di doza darizandina endaman de dadgehê îro biryara xwe aşkere kir.
Li gor biryarê 8 kesên ku bi îdiaya "Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi hejmara 2911" dihatin darizandin, beraat kirin.
BEKSAVê di daxuyaniya xwe ya ji bo biryara beraetê de spasiya Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Komeleya Xebatên Meyla Zayendî, Nasnameya Zayendî û Polîtîkayên Civakî(SPoD) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) kir û got.
“Rûmeta me nayê qedexekirin û nayê darizandin! Kolektîfên me wê bi hilberîna xwe di parastina têkoşîna LGBTI+yan de berdewam.”
(TY/AY)