Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Platforma Jinan a Enqereyê biryara betalkirina Peymana Stenbolê protesto kiribûn. Ji ber vê derbarê 33 jinan de doz hatibû vekirin. 33 jin îro derketine pêşberî dadwer. Di dozê de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag jî heye.
Bi hêceta ku “Li Dijî Qanûna Meş û Xwepêşandanan a Bi Hejmar 2911 Mixalîf bûye” li 28emîn Dadgeha Cezayê Eslîyeyê doz li jinan hatibû vekirin. Di danişîna biryarê de jinan beraet kirine.
Parêzer Irmak Bakirê bertek nîşanî hebûna polîsên Enqereyê li salona dadgehê daye û gotiye, “Jin ji aliye emniyetê ve rastî êrişê hatin. Ji ber vê yekê Emniyeta Enqereyê di vê dozê de alî ye û em wan di salonê de naxwazin.” Her weha parêzer Bakirê xwestiye ku polîsên li salonê ye derkevin derve.
Parêzeran derbarê jinên ku tên dadgeh kirin de daxwaza beraetê kiriye. Dadgehê jî derbarê jinan de biryara beraetê daye.
(EMK/AY)