Dadgehê di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birî.
Huseyîn Aykol, Ayşe Batûmlû Kaya û Reyhan Çapan ji ber nivîsên xwe yên ku di rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû weşandin, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” û “ji bo pêkanîna sûc tiz kirine” dihatin darizandin. Dadgehê di dozê de biryara xwe aşkere kir û bi giştî 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li her sêyan birî.
Danişîna biryarê li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin.
Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.
Dozger, nêrîna xwe ya berê ku daxwaza cezê dikir, dîsa dubare kir.
Dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Di biryara xwe de dadgehê got ku ji ber di dosyayeke cuda ya têkildarî Ozgur Gundemê de Eren Keskînê bi tohmeta ku “Endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê stendiye, di vê dosyeyê de pêdîvî nîne biryara cezê were girtin.
Her weha dadgehê, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” û “ji bo pêkanîna sûc tiz kirine” 4 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê Reyhan Çapan û Huseyîn Aykol û salek û 21 meh û 2 roj jî Ayşe Batumlu Kayayê birî.
(HA/AY)