4emîn danişîna doza Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li 15emîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Edliyeya Bakirkoyê hat lidarxistin. Di dozê de endam û rêveberên komeleyê ji ber xebatên komeleyê tên darizandin.
Hinek rêveberên komeleyê û parêzer tev li danişînê bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê di danişîna berê de ji Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê re muzekkere nivîsandibû û xwestibû ku tevahiya weşan û materyalên li gorî girteka MASAKê hatine amadekirin bên şandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê bersiv neda muzekkereyê.
Dadgehê biryar da ku ji 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê re muzekkere were nivîsandin ku endam û rêveberên komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin û beraet kiribûn.
Dadgehê daxwaza şandina weşan û materyalên di rapora MASAKê de cih girtin kir. danişîn taloqî 11ê Çiriya Pêşiyê hate kirin.
(RT/AY)