Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li DYAyê Derek Chauvin, polîsê berê 22 sal û nîv cezayê girtîgehê ji ber ku George Floydê cerm reş kuştibû lê hatibû birîn. Polîs Thomas Laneyê ku li cihê bûyerê bûye û bi tohmeta ku di asta duyem de alîkarî daye Chaûvînî tê dadgehkirin, sûcê xwe qebûl kiriye.
Ji ber ku Thomas Lane sûcê xwe qebûl kiriye wê cezayê wî jî kêm bibe.
Danişîna biryara cezayê wê di 21ê Îlonê de pêk were. Lêbelê dozgeriyê û parezerên Laneyî di sê sal cezayê girtîgehê de li hev kirine. Li bendê ne dadgeh vî cezayî erê bike.
Ger Thomas Lane sûcê xwe qebûl nekiraba wê bi 12,5 cezayê girtîgehê bihata darizandin.
Çi bûbû?
Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.
Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.
Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.
Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. (AS/AY)