Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
11 mafparêz li Buyukadayê ya Stenbolê, ji ber ku beşdarî civîna bi ser navê “perwerdeya ewlehiya dîjîtal” bûne, derbarê wan de doz hatibû vekirin. Dadgehê di doza wan de biryar daye.
35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza li Taner Kiliç biriye. Her weha “Digel ku ne emdanê/a rêxistinê ye lê alîkarî bi rêxistinê kiriye” sal û 13 meh ceza li Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Ozlem Dalkiranê biriye. Nalan Erkem, İlknûr Ustun, Alî Gharavî, Peter Steudtner, Velî Acû, Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî jî di çarçoveya biryarê de beraet kirine.
Her weha Covîd-19 kirine hincet û nehîştine xizmên gumanbaran, çapemenî û nûnerên navneteweyî beşdarî danişînê bibin. Dadgehê dîsan bi heman hincetê nehîştiye hemû parêzer beşdar bibin, ji bo her gumanbarekî/ê parêzerek beşdarî danişînê bûye.
2 rojnameger û ji konsolxaneyên Almanya, Swêd û Swîsreyê çavdêr beşdarî danişînê bûne.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin.
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. (HA/AY/FD)