Di doza Ahmet Yildizê de daxwazên parêzeran nehat pejirandin

Ahmet Yildiz di encama nefreta homofobîkî de di sala 2008an de hatibû kuştin. 39emîn danişîna doza kuştina Ahmet Yıldizê îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Anadoluyê pêk hat.
Danişîn ji çapemeniyê re girtî bû.
Kujer Yahya Yildiz, bavê Ahmet Yildizê bi tohmetên ku kuştina bi qestî, binpêkirina qanûna çekan û birîndarkirina bi zanebûn tê darizandin.
Daxwaza şahidiya endamên malbatê nehat pejirandin
Ji Komeleya Hevî LGBTI+ Yagmur Birdal, Serokê Navenda Mafên LGBTI+ yan yê Baroya Enqereyê Bariş Barişik, ji Komeleya SPoDê Gokturk Şîmşek û ji Navenda Mafên Mirovan Sevda Demîrtaş wekî parêzerên Ahmet Yildizê beşdarî danişînê bûn.
Tevî komeleyên LGBTI+yan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê jî beşdarî danişînê bû.
Tevî ku parêzeran di danişînê de biryarên pêş de hatine dayîn peşkeş kir jî, guhdarkirina hemû ferdên malbatê û tevlîbûna Komeleya Hêvî LGBTI+ hate redkirin.
Biryara girtinê ya derbarê bersûc Yahya Yildiz de hê jî didome.
Heyeta Dadgehê danişîna taloqî 27ê Hezîrana 2024an saet 13.35an kir.
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Ahmet Yildiz di 15ê Tîrmeha 2008an de ji aliyê bavê xwe ve bi pênc guleyan bi çeka guleber hat kuştin. Di dema bûyerê de kesekî din jî birîndar bûye. Ahmet Yildizê di Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Marmarayê de xwendekarê pola dawîyê bûye.
Dema malbatê wê xwedî li cinazeya wê derneketiye li Goristana Bêkesan hatiye binaxkirin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.(TY/AS/AY)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
