Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor Hewildana Aştiya Demildest a Ji bo Zarokan, ji 16ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê, heta 1ê Hezîrana 2016ê, bi çekan, bi neçûna arîkariyên ji bo saxlemiyê an jî bi jibermayîyên şerî, ya kêm 80 zarok hatine kuştin.
Berpirsiyarîyên dewletê
Hewildanê daye zanîn ku parastina zarokan berpirsiyarîya dewletê ye, divê ew kesên sûcdar bêne cezakirin.
Hewildanê bi rapora xwe li 7 bajar û 22 navçeyan binpêkirina mafên zarokan, berhev kirine.
Li raporê hatiye dîyarkirin:
‘’ Mafê zarokan ên bingehîn ên wek mafê jiyanê û xizmetên saxlemiyê û digel van mafan mafê perwerdeyê, mafê gerê, mafê jiyana di aştiyê de hatine binpêkirin. ‘’
‘’Li cihên derketina derve hatî qedexekirin hemî rêyên sereke hatine girtin, esker û polîsan navçe dorpêç kirine.’’
‘’Di demê operasyonan de mafê parastina can û malê sivîlan li ber çavan nehatiye anîn.’’
‘’Di demê operasyonan de welatî bi çekan hatine kuştin, yên birîndar nekarine bigihin cihên dermankirinê.’’
Şahidên bûyeran
Şahidê bûyerê jî weha gotiye:
‘’ 6ê Îlonê, 2015 – Bavê Muhemed Tahir Yaramişê 35 rojî, Abdullah Yaramiş: Ew ne nexweş bû di demê qedexeyê de, ket nexweşiyê. Pştî ew nexweş bû ambûlans û dixtor li hewara me nehatin û mir. Li 6ê Îlona 2015ê ber bi serê sibeyê ve mir. Piştî mirî sê sietan li nik me ma. Termekê dî jî li wê derê bû, me qerîşek danî dora wî lê dîsa jî bêhn ket wî.’’
Navên zarokên hatîn kuştin:
Cemile Çağırga (10), Özgür Taşkın (18), Bünyamin İrci (14) 1, Muhammed Tahir Yaramış (35 günlük), Selman Ağar (10), Osman Çağlı (18), Mehmet Sait Nayici (16), Elif Şimşek (8), Berat Güzel (12), Vedat Akcanım (17), Deniz (17), Barış Çakıcı (10), Doğan İnce (16), Şeyhmus Düşerge (18), Helin Şen (12), İdris Cebe (18), Ferhat Gensür (17), Mehmet Reşit Arıcı (17), Hakan Doğan (15), Rozerin Çukur (17), Murat Menekşe (13), Erhan Keskin (18), İbrahim Akhan (15), Doğan İşi (18), Miray İnce (3 aylık), Hüseyin Ertene (16), Hüseyin Selçuk (5), Bişeng Goran (12), Nidar Sümer (17), Garip Mubarız (18), Yakup Isırgan (18), Yusuf Akalın (12), Büşra Akalın (10), Hayrettin Şınık (10), Hüseyin Paksoy (16), Selman Erdoğan, Sultan Irmak (16), Abdullah Gün (16), Tahir Akdoğan (16), Sabri Sezgin (18), Ferhat Karaduman (16), Nursel Dalmış (18), Murat Şimşek (16), Mustafa Gasyak (16), Kasım Yana (18), Ekrem Sevilgen (17), Hasan Ayaz (14), Yılmaz Geçim (15), Mesut Özer (17), Cengiz Gerem (15), Hakkı Külte (13), Veysi Bademkıran (17), Yasemin Çıkmaz (17), M. Emin İdim (çocuk), Tahir Çiçek (çocuk), Meryem Akyol (17), Hüseyin Kayaalp (16), Harun Çağlı (4), Ayşenur Geçit (6), Reşit Eren (17), Axin Kanat (16), İbrahim Bilgin (18), Mehmet Mete Kutluk (11), Necati Öden (18), Aydın Mete (16), Mazlum Kapalıgöz (17), Orhan Abay (16), Sevilay Yıldız (15), Fatma Eraslan (13), Mete Ağırhan (15), Ahmet Varlı (15), Veli Aşar (18), Ramazan Gümüş (14), Hidayet Tek (4), Bayram Tatar (16), Özgür Çelenk (18), Rahime Sanır (14), Esra Şalk (2), Müslüm İlhan (8), Enes Erdem (9)
(YY/MB)