Fotograf: AA
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 28 Kanûna Pêşiya 2020 û 4ê Kanûna Paşiya 2021an de, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 51 hezar û 152 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:
“Hefteya borî di rojên 28-29-30ê Kanûna Pêşiyê de di navbera saet 21.00 û 05.00ê de derketina derve qedexebû. Ji ber sersalê jî di 31ê Kanûna Pêşiyê roja Pêncşemê saet ji 21.00ê heta 4ê Kanûna Paşiya 2021ê roja Duşemê saet 05.00ê derketina derve qedexebû. Ji bo tevahiya hefteyê li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 51 hezar û 152 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.”
Li gorî biryara Wezareta Karûbarên Nawxweyî nava hefteyê di navbera saetên 21.00ê û 05.00ê de derketina ji derve qedexe ye.
Rojên şemî û yekşemê jî roja înê ji saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê heman biryar pêk tê. (AY)