Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Piştevaniya Morê li Edeneyê li Parka Ataturkê daxuyaniyek dane çapemeniyê. Jinên çalakvan di dema çalakiya xwe de pankartek vekirin ku li ser “Êrîş li jiyana me, mafên me, azadiya me tê kirin. Ewlehiya me nîne” hatibû nivîsandin.
Li gorî nûçeya ku di JinNewsê de hatiye weşandin, Pelîn Çîçek, endama Piştevaniya Morê, gotiye, pandemiyê jiyana jinan zehmetir kiriye. Çîçekê diyar kiriye ku wan di meha Tîrmehê de kampanyayek bi navê “Tev bigere” dane destpêkirin û anketek çêkirina. Li gorî zanyariyên ku Çîçekê dane, ji 76 bajaran bi hezar û 462 jinan re hevdîtin hatiye kirin ku temenên wan di navbera 14 û 79an de bûye.
"Kuştina jinan kêm nebûye"
Hin zanyariyên ku Çîçekê dane wiha ne:
*Di dema pandemiyê de hejmara kesên bêpere derxistine betlaneyê zêdetir bûye. Li gel vê di vê demê de li kargehan tedbîrên paqijiyê nehatine standin, gelek kes di nava hev de kar dikin, saetên dirêj kar dikin, bêyî ku ewlehiya kar û jiyanê hebe kar dikin, mesaîyên saetên êvarê zêde bûne, alîkariya xwarin û çûnûhatinê hatiye qutkirin, civînên mecbûrî dewam dikin, karên angarya tên kirin, mehane tên qutkirin. Ev û hin pirsgirêkên din ên jin di dema karî de rûbirûyê wan dibin, di dema pandemiyê de zêdetir bûye.
* 987 ji hezar û 462 jinên bersiv dane pirsan, gotine ku tundkarî li wan hatiye kirin. Ji sedî 68,9ê jinan gotine ew dizanin Peymana Stenbolê û yasaya hejmar 6284 çi ye. Ji sedî 72,4 dizanin ku di dema tundkariyê de divê ew bi çi rê û rêbazan tevbigerin û mafên xwe dizanin.
* Ji sedî 99ê jinan gotiye ku kuştina jinan di dema pandemiyê de kêm nebûye. Ji sedî 95ê jinan gotiye ku xeta telefonê ya tundkariyê ya lezgîn girîn e û xizmetên şaredariyan ên di vî warî de hindik in. (EMK/FD)