Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Lêkolîna Hiquq û Civakê (TOHAV) piştî hevdîtin û lêkolîna xwe ya derbarê îdiayên îşkenceyên li Xelfetiya Rihayê, pêşraporek amade kiriye.
Nûnerên TOHAVê li gel parêzer û rayedaran bi wan kesan re hevdîtin kirine ku gotine wan li Xelfetiyê di dema desteserkirinê de îşkence dîtiye. Di raporê de cih dane gotinên rêveberên Baroya Rihayê û endamên Navenda Mafên Mirovan ku gotine wan nîşanêyên gelekî cidî ên îşkencekirinê dîtine.
Li taxa Dêrto ya Xelfetiyê 18ê Gulanê di saetên sibehê de operasyon hatibû kirin u di encamê de gelek kesên ji taxê hatibûn desteserkirin. Ji van 28 kes duh piştî îfadeyê birine edliyeyê.
“Derbên îşkenceyê di raporên tenduristiyê de nehatiye nivîsandin”
Di raporê de ev tişt hatine nivîsandin:
“Gotin ku rastî îşkenceyeke giran hatine, di dema desteserkirinê de destên wan li paş wan hatiye girêdan û li ser rû li erdê hatine danîn, gelek caran pehîn li wan xistine, bi qontaxên çekan li wan dane, li emniyetê gelek caran derb li wan hatiye dayin, ceryan dane laşê wan, heqaret li wan kirine, gef li wan hatiye xwarin û derbên îşkenceyê li raporên tenduristiyê nehatiye nivîsandin”.
TOHAVê daxwaz kiriye ku lêpirsînname ji bo rayedarên lêpirsînê, erkdarên dewletê û doktorên di dema dermankirina desteserkirinê de bê amadekirin. (AS/FD)
*Fotograf: Li gorî daxuyaniya Baroya Dîlokê, hin hesabên medyaya civakî ku xwe weke polîsên tîmên taybet didin naskirin ev fotograf hatine par ve kirin. Li gorî texmînan ev der bexçeyê Qereqola Cendermeyan a Xelfetiyê ye.