Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Enqereyê di dema dawetekê de berbûyan şer kiriye û di encamê de zavayê 16 salî bi guleyê miriye.
Nexşeya Tundkariya Biçekan û Rapora 2018ê ya Tirkiyeyê dide diyarkirin ku di çar salên dawiyê de tundkariya biçekan ji sedî 69 zêde bûye.
Li navçeya Sîncanê ya Enqereyê, roja borî di dema hineyê de, berbûyan şer kiriye. Şerê di navbera berbûyan de roja dawetê jî berdewam kiriye.
Di vî şerî de Muhammed G. yê 27 salî xwestiye berbûyan ji hev veqetîne û bi demançeya xwe gule bera jor daye. Guleya çekê ji dîwar pekiya ye û hatiye li sînga zavê Huseyin Furkan Koca ketiye. Zavayê 16 salî rakirine nexweşxaneyê lê digel midaxeleyê miriye. Pol3isan 3 kes desteser kiriye lê Muhammed G. reviya ye.
UNICEF: Li Cîhanê 115 milyon zavayên zarok hene
Li gorî daneyên UNICEFê (Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî) ji 82 welatan wergirtiye, li cîhanê 115 milyon zavayên zarok hene.
Ji 5an 1ê van zarokan beriya 15 saliya xwe dizewicin.
Her weha hejmara zarokên ku di temenên biçûk de dizewicin, 765 milyon e. (AO/FD)