Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Covid-18ê belav kiriye. Li gorî van amaran, di 24 saetên derbasbûyî de 463 kesên din bi Covid-19ê ketine û 24 kes jî mirine.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê 463 kesên din bi Covid-19ê ketine ku 213 kes li Hewlêrê, 85 li Silêmaniyê, 34 li Germiyanê, 116 li Duhokê û 15 kes jî li Helebceyê ne.
Wezareta Tendirustiyê herwiha diyar kiriye, herî dawî hezar û 28 kes başbûnê.
24 kes mirine
Wezaretê diyar kiriye ku di 24 saetên derbasbûyî de bihorî de 24 kesan jî jiyana xwe ji dest dane ku 10 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmanî, 2 li Germiyan, 2 li Raperîn û 5 kes jî li Duhokê bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi COVID-19 ketine, gihîşte 21,660 kesan û hejmara qurbaniyên vîrusê jî zêde bû bo 777 kesan. (FD)