Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî eşkere kiriye, ku di 65 rojên dawîn de 510 bikarhênerên medya civakî ji ber ku parvekirinên wan yên derbarê Covîd-19ê de “provokatîf” û “ne rastin” hatine desteserkirin.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kiriye, ku di 65 rojên dawîn de hesabê 10 hezar û 111 bikarhêneren medya civakî ji ber ku derbarê Covîd-19ê de tiştên provakatîf belav kirinê hatiye kontrol kirin. ji wan hezar û 105 kes weke gumanbar hatine tespit kirin û 510 kes jî hatine desteserkirin.
Wezaretê di 7ê Nîsanê de jî daxuyanî dabû û gotibû, 616 bikarhênerên medya civakî ji ber parvekirinên wan yên derbarê şewbê de“provokatîf” û “nerastin” hatine tespîtkirin. Ji wan 229 kes hatine desteserkirin.
Di 17ê Adarê de jî bi heman mebestê 93 bikarhêner hatibû tespîtkirin. 19 kes jî hatibû desteserkirin. (EKN/AY/FD)