Fotograf: Komeleya Adîgeyê ya Uzuntarlayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
156 sal li ser sirgûnkirin û komkujiya çerkezan derbas bûye. 156 sal berê Rûsyaya Çarî gelê Çerkez sirgûn kiribû. Her sal di 21ê Gulanê de merasîmên bîranînê tên sazkirin. Her weha merasîmên bîranînê îsal ji ber Covîd-19ê bi girseyî pêknehatiye.
Federasyona Komeleyên Kafkasyayê (KAFFED), Komeleya Çanda Kafkasyayê ya Kocaeliyê, Komeleya Adîgeyê ya Ûzûntarlayê û Komeleya Çerkezan ya Ketencîlerê îsal merasîma bîranînê ji ber vîrusê bi girseyî saz nekirine. Saziyan li Karagaçê, gundê Kandiraya Kocaelîyê hatine gel hev.
Erdal Çatan, Serokê Komeleya Çanda Kafkasyayê ya Kocaeliyê li ber monûmenta goristana Karaagaçê daxuyanî daye û gotiye, ji ber Covîd-19ê dê merasîmên bîranînê yên girseyî îsal neyên kirin. Lêbelê merasîmên bîranînê wê hefteyekê bidome. Her komele weke komî bi qasî 10 kesan wê bên vir beşdarî merasîma bîranînê bibin.
Sirgûn û komkujiya çerkezan ji aliyê siyasiyan ve nehatine ji bîr kirin. Derdorên siyasi ji ber kesên ku mirine daxuyani dane û banga naskirina komkujiya çerkezan li Tirkiyeyê û Rûsyayê kirine.
Derbarê sirgûn û komkujiya çerkezan de Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPyê, Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Kongreya Demokratîk ya Gelan(HDK), Meclîsa Baweriyan û Gelan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî dane.
Tsitsekun
Komkujiya ku gelê çerkez di sala 1864an de rûbirû mane, bi vê peyva zimanê ûbihan hatiye sembolizekirin. Her weha zimanê ûbiha nemaye û ji nav çûye. Çerkes di sala 2014an pê ve ji bo komkujiyê peyva "Tsitsekun" bikartînin. Ev peyv di ferhenga bi navê Ferhenga ûbihî ya ji aliyê Hans Vogt ve hatiye amadekirin de cîh digre. Ferheng di sala 1963an de hatiye çapkirin. Tsiksekun tê wateya komkujî û qirkirinê. (HA/AY/FD)