Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di dema karkirinê de mirine

Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên li Enqereyê bi boneya 28ê Nîsanê Roja Bîranîna Kesên Di Dema Karkirinê de Mirine bi sernavê “Na ji bo karkeriya zarokan, xizaniya zarokan û mirina zarokên ku di dema karî de mirine” daxuyanî dan.
Daxuyanî li Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) hate dayin û pankarta “Na ji bo karkeriya zarokan, xizaniya zarokan û mirina zarokên ku di dema karî de mirine” hate hilgirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endama Lijneya Rêveber a ATOyê Dr. Ozden Çirpar da zanîn ku di nava 23 salan de li Tirkiyeyê 33 hezar cînayetên kar çêbûne. Ozden Çinar, da zanîn ku di nava 12 salan de herî kêm 764 zarokan li Tirkiyeyê di dema karî de jiyana xwe ji dest dane û ji sê parên vê hejmarê parek jê di bin temenê 15 saliyê de ne.
Ozden Çinar diyar kir ku ji van zarokan 5 jê 4 salî bûn, 6 jê 5 salî û 5 jî 6 salî bûn û dema karkirinê de mirine.
Ozden Çinar, xwest ku ji bo bidawîkirina xizaniya zarokan û karkeriya zarokan polîtîkayên edaleta civakî xurt dikin bikevin meriyetê û got:
“Divê karkeriya zarokan were qedexekirin. Divê perwerde bêpere be, divê danên xwarinên bên dayin. Ji bo ku hin kes bêhtir qezenc bikin, divê destûr neyê dayin ji emr û pêşeroja zarokên me were xwarin.”