Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî hedef nîşandana Topaloglû û Savaş a ji aliyê medyaya desthilatê ve daxuyanî da.
Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş di 10ê Tîrmeha 2024an de li Stenbolê hatibûn desteserkirin û dadgehê di 13ê heman mehê de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê” nebiryara girtina wan da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Topaloglû û Savaş ku li Girtîgeha Metrîsê dihatin ragirtin, şandine Girtîgeha Hejmara 5 a Marmarayê.
DFGyê têkildarî mijarê daxûyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş di 13ê Tîrmehê de bi îdiaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin. Topaloglû di çarçoveya lêpirsîna ku kirin hinceta girtina wî de di sala 2022an de hatibû darizandin û 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê wergirtibû.”
“Topaloglû yê li ser beyanên şahidekî ku qet tev li danişînan nebû hatibû cezakirin, bi girtina jinûve cara duyemîn hate cezakirin. Weke ku ev jî tê re nake ji aliyê medyaya alîgiriya desthilatê dike ve bi awayekî ‘hucreya îstîxbaratê ya qaşo ya rêxistinê hilweşiya’ hedef hate nîşandan.”
“15 sal in rojnameger e”
“Topaloglû yê zêdetirî 15 salan e rojnamevaniyê dike, dema pêvajoya darizandina wî didome û karîneya mesûmiyetê hatiye binpêkirin û hedef hate nîşandan. Em vê yekê şermezar dikin. Em careke din destnîşan dikin ku li li hawîrdoreke ku hiqûq tune tê hesibandin, karîneya mesûmiyetê ji holê hatiye rakirin û hemû beşên mûxalefetê ji aliyê desthilatê ve bi gotinên ‘teroristiyê’ tên krîmînalîzekirin em ê rojnamevanan û rojnamevaniyê biparêzin.”
“Divê rojnamevan Topaloglû yê heke neyê dermankirin bi windakirina çavên xwe re rû bi rû ye demildest bê berdan.”
(AY)