Dêya Leyla Guvenê çûye ser dilovaniya xwe
Dêya Leyla Guvenê çûye ser dilovaniya xwe. Leyla Guven 58 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven dema di girtîgehê de bû, bavê wê miribû lê destûr nedabûn wê ku beşdarî merasîma cezaneyê wî bibe.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cevriye Guven, dêya Leyla Guvenê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, çûye ser dilovaniya xwe. Leyla Guven digel ku weke parlamenter hatiye hilbijartin jî, nehatiye berdan.
Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guvenê, agahiya mirina Cevriye Guvenê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye.
Navenda Giştî ya HDPyê peyamek weşandiye û wiha gotiye.
“Me bi xemgîniyeke mezin bihîstiye ku Cevriye Guven, dêya Leyla Guvena ku 58 roj in di greva birçîbûnê de ye, çûye ser dilovaniya xwe. Şerma herî mezin a vî welatî ye ku Cevriye Guvenê di rojên dawî yên emrê xwe de nekarîbû keça xwe bibîne û çûye ser dilovaniya xwe”. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.