Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Partiya Nijadperest a Gelî(MHP), Devlet Bahçelî beşdarî bernameyeka Star TV-NTVyê bû. Di bernameyê de li ser nivîsa şêwirmendê serokkomarî axivî. Şêwirmendê serokkomarî Şûkrû Karatepeyî bi nivîseka li Kovara Lêkolînên li ser Bajarî, eşkere kiribû ku birêvebiriyên wek eyaletan dê bêne çêkirin.
Bahçelîyî li ser çêkirina eyaletan û birêvebirina wan xwe aciz kir. Wî got:
“Heke serokkomar ne li dijî [gotinên ku diyar dikin birêvebiriyên wek eyaletan dê li Tirkiyeyê çêbibin] be. Biryara Ûlkûparêzên dewletek ûnîter dixwazin dê di van du rojên ji referandûmê re mayîn de bibe çi?”
Daxuyaniya li Twîtterê
Piştî gotinên Bahçelîyî li Twîtterê bû yek ji mijarên zêde hatî xwendin, MHPyê daxuyanîyek belav kir û eşkere kir ku: “Em ê di 16ê Nîsanê de ji bo gelî, ji bo miletî û ji bo biserkeftina Tirkbûnê bibêjin Erê.”
Bahçelîyî eşkere kir ku heke ew şêwirmend şêwirmendê wî bûya wî dê ji karî biavêtiya.
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeka TGRTyê de got:
“Guh bide min ka ez çi dibêjim.Tiştekê welê nîne. Ma we tiştekê bi vî rengî ji min bihîstiye? Na.”(NV/MB)