Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Basa ya Şirnexê ji ber ku devikên Bendava Germanê hatine girtin Cizîr pênc roj in bê av e.
Hevserokê Şarederiya Cîzirê Mehmet Zirigî ji bianetê re got: “Ji sedî 80ê navçeyê bê av maye.
Zirigî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Roja pênçşemê devikên bendavê hatin girtin û ji me re hat gotin ku di 1 Îlonê de dê ben vekirin. Lê belê em duh li 16emin Midûriyeta Herema Rêyên Bejayî geriyan û ji me re hat gotin ku fermana girtina devikên bendavê ji alîyê Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî ya Enqereyê ve hatiyê dayin. Li ser vê mijarê tu agahiya me nîne.”
"Çemê Dicleyê tekane çavkaniya me ye"
“We gavê gelê navçeyê bê ava vexwarinê ye. Çemê Dicleyê tekane çavkaniya me ya ava vexwarinêye. Ji xwe li ser Çemê Dicleyê çêkirina 9 bendavan zirarê dide xwezayê. Mîna ku ev ne bes bû ser vêda em bê av dimînin.
“Şaredariya me bi tankeran avê belav dike. Lê belê heke çend roj ên din av neyê dê gel perîşan bibe.” (RT/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye