Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Miduriyeta Weqfan a Herêma Amedê bi hênceta ku “gelek mişterî hene” destûr nedaye Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçiyî li Xana Hesen Paşayî Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçiyî li dar bixin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Baroya Amedê û Weqfa Tahî Elçî xwestin bi boneya salvegera 4’emîn a kuştina Tahîr Elçiyî li Xana Hesen Paşa a li navçeya Sûra Amedê, Pêşengeha Wêneyan a bi navê Aştî û Azadiyê li dar bixin.
Baroyê û Weqfa Tahîr Elçî ji bo destûra bikaranîna cihî, serî li Miduriyeta Weqfan a Herêma Amedê dane. Miduriyeta Weqfê bi hênceta ku “Gelek mişterî hene” destûr nedaye û gotiye “ji ber wê bandorê li ser kar û baran bike ew guncav nabînin pêşangeh li dar bikeve.” (RT/FD)