KUŞTINA NEFRETA HOMOFOBIK
Destûr nedan rojnameger bikevin doza kuştina Ahmet Yildizê
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Yildiz di encama nefreta homofobîkî de di sala 2008an de hatibû kuştin. 37emîn danişîna doza kuştina Ahmet Yıldizê îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Anadoluyê pêk hat.
Kujer Yahya Yildiz, bavê Ahmet Yildizê bi tohmetên ku kuştina bi qestî, binpêkirina qanûna çekan û birîndarkirina bi zanebûn tê darizandin,
Di salona danişînê ya ku polîsên sivîl û yên bi unîforma lê bûne de dadger biryar da ku biryara zeftkirinê ya ji bo bersûc Yahya Yildizî hatiye dayîn wê berdewam bike.
Hemû daxwazên Yagmur Bîrdal, Umut Rojda Yildirim û Sena Yilmaz,parêzerên Hevî LGBTI+ û SPoDê ne ku parezeriya Ahmet Yildizê dikin nehat qebûlkirin.
Yek ji van daxwazan jî daxwaza parêzeran a ji bo guhdarîkirina dayik û xwişkan bû.
Dadgehê danişîn taloqî 4ê Tîrmeha 2023an kir.
Piştî danişînê polîsan aktîvîst şopandin
Piştî danişînê polîsan parêzer, rojnameger û aktîvîstên LGBTI+ yên li hundirê edliyeyê bûne şopandin û hatin kafeteryayê û pirsa "Ma hûn ê daxuyaniya çapemeniyê nedin ne wisa? Kirine.
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Ahmet Yildiz di 15ê Tîrmeha 2008an de ji aliyê bavê xwe ve bi pênc guleyan bi çeka guleber hat kuştin. Di dema bûyerê de kesekî din jî birîndar bûye. Ahmet Yildizê di Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Marmarayê de xwendekarê pola dawîyê bûye.
Dema malbatê wê xwedî li cinazeya wê derneketiye li Goristana Bêkesan hatiye binaxkirin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.(TY/NK/AY)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
