Desteya Rikeberiyê ji ber ‘bihayê zêde’ ceza li 6 markêtan biriye
Desteya Rikeberiyê di çarçoveya lêpirsîna ‘bihayê zêde’ de li BİM, CarrefourSA, Mîgros, ŞOK, A 101 û Savola Gidayê tevhev 2 mîlyar û 671 mîlyon lire cezayê pere yê îdarî biriye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Desteya Rikeberiyê di lêpirsîna ‘bihayê zêde’ ya li dijî marketên mezin de cezayê pere yê îdarî li 5 marketên mezin û şîrketeka peydaker biriye.
Biryar hatiye dayîn ku li BİM, CarrefourSA, Mîgros, ŞOK, A 101 û Savola Gidayê tevhev 2 mîlyar û 671 mîlyon lire cezayê pere yê îdarî were birîn.
Cezayên dane bi vî awayî ne:
Firoşgehên Yekbûyî yê BIMê: 958 mîlyon û 129 hezar û 194 LT(Lîreyê Tirk),
CarrefourSA: 142 mîlyon û 469 hezar û 772 LT,
Mîgros: 517 mîllyon û 672 hezar û 762 TL
Savola Gida: 22 mîlyon û 210 hezar û 998 LT + 11 mîlyon û 105 hezar û 499 LT
Marketên ŞOKê: 384 mîlyon û 369 hezar û 37 LT
A101: 646 mîlyon û 582 hezar û 329 LT
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.