Fotograf: AA / Arşîv
Ruhsar Pekcan, Wezîra Bazirganiyê îro aşkere kiriye ku deriyê Xabûr û yê Gurbulakê di nav de deriyên sînor yên di navbera Tirkiye û Îranê û Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatine vekirin.
Pekcanê li ser hesabê xwe Twitterê diyar kiriye ku deriyên sînorî ji ber şewba koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) hatibûn girtin û dîsa hatine vekirin.
(1/5) Tüm dünyayı etkileyen Kovid-19 pandemisi nedeniyle bir süredir kapalı olan başta Habur ve Gürbulak olmak üzere İran ve Irak’a açılan gümrük kapılarımız uluslararası yük taşımacılığına yeniden açılmıştır.
— Ruhsar Pekcan (@pekcan) June 4, 2020
Pekcanê gotiye ku vîrus weke berê bil ez belav nabe û bandora wê ya li Iraq û Îranê jî kêm bûye.
Pekcanê diyar kiriye ku di vê çarçoveyê da bi şertê hildana tedbîrên ewlehiyê û tenduristiyê ew ê destûrê bidin birin û anîna barên bazirganiyê û wiha nivîsiye: "Deriyên me yên gumrikê yên di navbera me û Îranê û yên di navbera me û Iraqê de barkirinên navneteweyî dîsa hatin vekirin, ji ber vê jî ‘bazirganiya bêtemas’ jî ew ê were betalkirin. Biryara me bira ji bo kesên hinardeyê dikin, barkêş, sektora veguhastinê û hemû bazirganên me bili bixêr be."
Ji ber koronayê derî hatibûn girtin
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê di 23yê Sibata 2020an de aşkere kiribû ku wan deriyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de girtine. Heman rojê geştên esmanî yên di navbera her du welatan de hatibûn sekinandin.
Deriyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de roja 1ê Adarê hatibûn girtin. Midûriyeta Giştî ya Birêkûpêkirinê ya Xizmetguzaruya Veguhastinê ya Wezareta Binesazî û Veguhastinê biryar aşkere kiribû û gotibû ku derî heta demekê ji bo çûnûhatinan hatine girtin. (FD)