Mohr li deriyê DIAYDERê hatiye xistin.
1emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê derbarê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Oldar (DÎAYDER) de doza girtinê vekiribû.
Di danişîna 28ê Hezîranê hatibû lidarxistin de biryara “tevdîrî” ya rawestandina xebatan hatibû dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de polîs îro çûne avahiya DÎAYDERê ku li Şîrînevlera Stenbolê ye û deriyê komeleyê mohr kirine.
Komele bi çi dihat tohmetkirin?
Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike.
Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin.
Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê