Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derhêner B.K. û model E.C.ya ku ji ber li Mizgefta Kocatepe ya Enqereyê fotoğraf girtibûn û li ser hesabên medyaya civakî weşandibûn hatibûn desteserkirin. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê her du kesan de biryara desteserkirinê dabû.
Piştî hatin desteserkirin, li dozgeriyê îfadeyên E.C. û B.K.yî hatine wergirtin. Dozgerî bi tohmeta ‘bi rengekî aşkere sivkayî li wan nirxên olî kirine ku beşeke gel ew pejirandine’ xwestiye ji bo biryara kontrola yasayîbê dayîn, E.C. û B.K. şandiye Dadweriya Aştî û Cezayî ya 10an. Dozgerî ev daxwaza xwe spartiye Xala 216/3yê ya Qanûna a Tirkan (TCK).
Dadweriyê jî bi biryara kontrola yasayî ji bo E.C. û B.K daye.
Çi bûbû?
Modela bi navê E. C. Û derhêner B. K. ji ber fotoğraf li Mizgefta Kocatepeyê ya Enqereyê girtine û li ser hesabên medyaya civakî weşandine, hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ragihandibû ku ji ber vî karî, lêpirsîna her du kesan hatiye kirin û ew her du hatine desteserkirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniyeka xwe ya nivîskî de diyar kiribû ku “Derhênerê bi navê B. K. tevî jinekê li Mizgefta Kocatepeyê ya Enqereyê dîmen girtine û li ser medyaya civakî weşandine. Ji ber ‘bi rengekî aşkere sivkayî li wan nirxên olî kirine ku beşeke gel ew pejirandine’ ji ber xwe lêpirsîna wan hatiye kirin ku ev jî li gorî xala 216/3yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan hatiye kirin.”
Serdozgeriyê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kiribû ku piştî diyar bûye ew kes li Enqereyê niştecih in. Ew hatine desteserkirin, dest danîne li ser delîlên sûcan û li gorî xala 134an a CMKyê, biryara lêkolîna kelûpelên wan ên dijîtal hatiye dayîn.”
Walîtiya Enqereyê jî lêpirsina fermî û rêvebirî dabû destpêkirin. (RT/FD)