FESTÎVALA FÎLMÊN TIRKÎ YA BERLÎNÊ
Derhêner, lîstikvan û çêkeran piştgirî daye Çîgdem Materê

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di bernameya vekirina Festîvala Fîlmên Tirkî ya Berlînê de (Türkisches Filmfestival Berlin) piştgirî dane Çîgdem Matera ku di Doza Geziyê de hatiye girtin. Festîval yekem car e pêk tê.
Bernameya vekirina festîvalê duh (14ê Îlonê) li Sînemaya BABYLONê destpê kiriye. Mert Firat, Pelîn Esmer, Tûna Kaptan û gelek derhêner, lîstikvan û çêker ji bo Çîgdem Materê hatine ba hev.
Beşaran "Ji Çîgdem Materê re Azadî" xwestiye.
Derbarê Festîvalê de
Yekem car e pêk tê. Di navbera 14-18ê Îlonê de wê li Sînemaya BABYLONê li dar bikeve.
Ji bilî fîlmên derhênerên serkeftî yên ji Tirkiyeyê, nêzîkî 25 fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û metrajkurt wê bên nîşandan.
Derbarê Çîgdem Materê de
Sînemager, fîlmçêker, rojnameger. Belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj kişandine. Yaban (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar (2019), Sivas (2014), Soluk (2019), Toz Bezi (2015), Sivas (2014) û Çoğunluk (2010) hinek ji fîlmên wê ne ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê xelat wergirtine.
Biwxîne - Derbarê heşt girtiyên "Gezi"yê de
Çêkera bicihanînê ya fîlmê Weldiyê ya Mohamed Ben Attiayî û belgefîlma İnsan Seli ya Ai Weiweiyî ye ku li Tirkiyeyê hatibû kişandin.
Koordînatora berpirs a programa Kafkasyayê Anadolû Kulturê ( 2005-2009), Koordînatora Navenda Fîlman a Mîthat Alamî ya Zanîngeha Bogazîçiyê (2009-2010) û Koordînatora Tirkiyeyê Platforma Sînemayê ya Tirkiye-Ermenistanê.
Di navbera 1997-2005ê de li saziyên medyayê yên navnetewî yê mîna BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur, Los Angeles Timesê weke wergêr, çêker û nûçegîhan kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadolûyê beşa sînemayê û li Zanîngeha Marmarayê jî di beşa zanistên ragihandinê de mastera xwe qedandiye. (HA/FD)