Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber fîlma “Zer” derbarê derhêner Kasim Oz de lêpirsin vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de Oz duh(22ê Kanûna Paşiyê) hat desteserkirin.
Derhêner Kasim Oz duh ji bo îfadeyê bide çûbû Fermandariya Cendirmeyan a Kemerbûrgazê û li wir hatibû desteserkirin û pişte birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî îfadeya derhêner Oz ya li dozgeriyê sewqî dadgeha nobedar kirine. Dadgehê biryara berdana wî da.
Derhêner Kasim Oz di 16ê Cotmeha 2024an de jî bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" îfade dabû.
(TY/AY)