Derhêner Jean-Luc Godard miriye
Derhênerê binav û deng Godard di 91 saliya xwe de miriye. Godard li dijî îkonan derdiket, bi şêweyê jixweber û fikrên radîkar dihate naskirin.

* Fotograf: Staticflickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhênerê navdar Jean-Luc Godard di 91 saliya xwe de miriye. Godard yek ji nûnerên girîng ê tevgera çêkirina fîlman a bi navê Nouvelle Vague (Pêla Nû) bû ku di dawiya salên 1950î û salên 1960î de di sînemayê de şoreş çêkiribû. Godard frensî-swîsreyî bû.
Godardî fîlmîn mîna À bout de souffle (Evîndarên Serserî), Alphaville , La Chinoise (Keça Çînî) çêkiribûn û di sala 1960î de mohra xwe li beşek fîlmên polîk xistibû.
Derhênerekî wsa bû ku sînorên sînemayê firehtir dikir û ji bo gelek sînemagerên li pişt xwe bûbû mînak. (TY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.