Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de, derbarê edîtora Jinnewsê Nîşmiye Guler de bi îdiaya ku“propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatiye vekirin. Di îdianameyê de nûçeyên ku Gulerê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekiriye weke sedem hatiye nişandan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di îdianameyê de ji bo sucdarkirinê vîdeoya ku Jinnewsê bi boneya 7ê Çiriya Pêşiyê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd amade kiribû hatiye nişandan.
Dozgeriyê parvekirina vê vîdeoyê wek sûc nirxandiye .
Di îdianameyê de derbarê Gulerê de ji salekê heya 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianame qebûl kiriye. Danişîna yekem a doza Gulerê dê di 19ê Çileya 2023an de pêk were. (AY)